Polîsên artêşa Tirk a dagirker vê sibêhê bi ser avahiya HDP’ê ya Bazîdê de girt û hevserokên navçeyê binçav kirin.
Di serdegirtinê de, Hevserokên Rêxistina Navçeyê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk hatin binçavkirin û ber bi Miduriyeta Polîsan a Navçeyê ve hatin birin.
Hemwextî vê serdegirtinê, polîsan avêt ser malên van hevserokan jî.
Hat gotin, polîsan rêya ku diçe avahiya HDP’ê girt û lêgerîna di hundirê avahiyê de didomîne.
Beriya du rojan jî polîsên Tirk bi ser avahiya HDP’ê ya Amedê de girtibû û hevserokên wê binçav kiribûn.