Hêzên hikumeta şamê 120 mûşek avêtin Cebel El-Zawiyê

Hêzên hikumeta Şamê asta êrîşên xwe yên li ser başûrê Idlibê zêde dike û 120 mûşek avêtin Cebel el-Zawiyê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumetê duh bi zêdeyî 120 mûşekan êrîşî bajarokê Kensefera yê Cebel El-Zawiyê yê başûrê Idlibê kir û gelek zirarên madî çêbûn.

Çavdêriyê her wiha duh diyar kir ku çeteyên Tirkiyê deverên hikumeta Şamê yên li Kefer Nûbilê topbaran kirin.

20 maşîneyên din yê Tirkiyê derbasî Idlibê bûn

Li aliyeke din jî,cavdêriyê da zanîn duh dewleta Tirk 20 maşêniyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Kefer losîn re derbasî Idlibê kirin.

Bi vê yekê, heya niha hejmara maşîne û alavên leşkerî ku dewleta Tirk derbasî herêmê kirine, bûye zêdeyî 7 hezar 300.

Her wiha zêdeyî 12 hezar leşkerên xwe, li Idlib û gundewarê Helebê bi cih kirine.

Back to top button