Ji KNK’ê bang beşdariya meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê

17’ê Sibatê li Koln a Almanyayê meşeke girseyî wê pêk were.
Di meşa ku wê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî pêk were de, banga tevlîbûnê li her kesî tê kirin.
KNK û KCDK-Ewropayê gotin, bi rihê sferberiyeke xurt em bersivê bidin hêzên komploger.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo daxuyaniyek nivîskî weşand û komplo şermezar kir.

KNK’ê diyarkir ku Komploya Navneteweyî di kesayeta Rêber Apo de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hatî kirin û wiha got:

“Tifaqdarên dewleta Tirk; DYA, dewletên Yekîtiya Ewropayê, Yewnanistan, Rûsya, Israîl, Misir û Kenya ji bo berjewendiyên xwe, hemû normên mirovî û exlaqî binpê kirin û bi dek û dolaban Birêz Ocalan radestî dewleta Tirkiyê kirin.”

KNK’ê daxuyakirin ku dewleta Tirk niha jî li her derê ji bo doza gelê Kurd neyê naskirin êrişên xwe bi dijwarî didomîne.

KNK’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:

Di çarçoveya vê kampanyayê de, bi pêşengiya dost û hevalên Birêz Ocalan de, 17’ê Sibata 2024’an roja Şemiyê li bajarê Koln ê Almanyayê, meş û mitîngeke mezin lidar dixin. Em bang li hemû Kurdistaniyan û dostên xwe dikin ku beşdarê vê meşa mezin bibin û weke 15’ê Sibata 1999’an dengê azadiyê bilind bikin û komplogeran şermezar bikin.”

KCDK-E: Em 17’ê Sibatê li Kolnê bersiveke xurt bidin hêzên komploger

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) daxuyaniyek nivîskî da û got:

“Em li hemberî tecrîd, êşkence û bêdadiya ku ev 25 sal in dewam dike, di 17’ê Sibatê de li Kolnê seferber bibin.

Tirkiye Kurdistan û Rojhilata Navîn di qonaxeke krîtîk re derbas dibe.

Li aliyekî qetlîam û hewildana dagirkeriya dewleta Tirk, li aliyekî jî tecrîta giran a li ser Rêber Apo, êrîşa dagirkeriyê ya li hemberî gelê Kurdistanê zêdetir dibe.”

KCDK- Ewropa bang li CPT, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kir ku dawî li bêdengiya xwe bînîn û ji bo dawîanîna sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê şandeyekê bişînin giravê.

Her wiha bang li tevahî gel, dost, demokrat, şoreşger, rewşenbîr û her kesî dikin ku tevlî meşa mezin a li Kolnê bibin.

Bi ruhê seferberiyê bersiveke xurt bidin hêzên komploger.

Li Berlînê amadekariyên ji bo meşa Kolnê qediyan

Back to top button