Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê her ku diçe bilançoya pêketî û miriyan zêde dibe.
Komeleya Mafên Mirovan diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyê 457 jê giran hezar û 333 girtiyên nexweş hene û li girtîgehan tedbîrên li dijî vîrûsê nayên girtin.
Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî hîna pêla belavbûna vîrûsê berfireh dibe.
Li gorî daneyên desthlatdariyê heta niha, 148 hezar û 67 kes bi vîrûsê ketine û derdora 4 hezar û 96 kes jî mirine.
Bi taybet li Wanê jimara pêketiyên vîrûsê zêde dibe.
Gundê Xocik ê Navçeya Sera ya Wanê ji ber bi 3 kesan re vîrûsa coronayê hat dîtin, xistin bin çavdêriyê.
Di mehan de 128 karkeran jiyana xwe ji dest da
Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar li Stenbolê jî, rapora duyem a Coronayê belav kir û ragihand ku di 2 mehan de herî kêm 128 karkeran ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye.
Leyla Guven:Li dijî talûkeya vîrûsê her kes bi xwe tedbîrên xwe bigrin
Hevseroka KCD’ê Leyla Guvan jî ji bo xweparastina ji vîrûsê di cejna Remezanê de hişyarî da.
Leyla Guvan bang li gel kir ku hêj talukeya vîrûsê berdewam dike û xwest di cejnê de neçin serdana hev û li şûna wê bi dîmen û telefonan cejnê hev pîroz bikin.
Guven xwest her kes bi xwe tedbîrên xwe bigirin û hev hişyar bikin.
“Jiyana girtiya di talûkeyeke mezin de ye”
Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyê 457 jê giran hezar û 333 girtiyên nexweş hene.
Xeteriya li ser jiyana van girtiyan bi belavbûna vîrûsê re zêdetir dibe.
Girtiyên nexweş hem bi nexweşînê re hem jî bi vîrûsê re rû bi rû hatine hiştin.
Baro u Komeleyên Wanê têkildarî rewşa vîrûsa corona û girtîgehên li Wanê raporek amade kirin û diyar kirin ku pêdiviyên parastinê bi pereyan difiroşin girtiyan û tedbîrên li dijî vîrûsê nagirin.
Komele û Baroyê dan zanîn ku jiyana girtiyan di bin talûkeyek mezin de ye.