Ukrayna: Keştiya şer a Rûsî li Behra Reş hat rûxandin

Hêzên Çekdar ên Ukraynayê îdia kirin ku wan êrîşî keştiya şer a Rûsî ya bi navê ‘Tsezar Kunikov’ kiriye.
Hat îdiakirin ku Rûsyayê êrîşî Donetskê kir û di vê êrîşê de herî kêm 3 kes mirin.

Hêzên Çekdar ên Ukraynayê îdia kirin ku wan keştiya şer a Hêzên Deryayî ya Rûsyayê ya bi navê ‘Tsezar Kunikov’ li peravên Kirimê rûxandine.

Di dîmenên ku di çapemeniya Ukraynayê de cih girtin de, li Behra Reş, li peravên başûrê Kirimê dûman bilind dibe û helîkopter li ser avê difirin.

Artêşa Ukraynayê di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de got,

“Hêzên Çekdar ên Ukraynayê li gel yekîneya îstixbaratê ya Wezareta Parastinê keştiya şer a Tsezar Kunikov rûxandin.”

Rûsya bûyera li peravên Kirimê weke binpêkirina hiquqa navneteweyî binav dike.

Rayedarên Rûsyayê ku beriya niha ragihandibûn ku wan 6 balefirên bêmirov li Behra Reş îmha kirine, hîna li ser mijarê neavîne.

Yekîneya îstixbarata leşkerî ya Ukraynayê îdia kir ku keştiya şer a Rûsyayê ji aliyê balafirên bêmirov ên deryayî ve hatiye hedefgirtin.

Ukrayna: Di êrîşên Hewayî ya Rûsyayê de 3 kes mirin

Di daxuyaniyên xwe yên vê sibê de rayedarên Ukraynayê îdia kirin ku Rûsyayê gelek êrîşên mûşekî birin ser bajarokê Selydove yê Donetsk li rojhilatê Ukraynayê û ragihandin ku di êrîşan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku di êrîşan de birîndar hene, nexweşxane û gelek avahî zirar dîtine.

Li Donetks a di bin kontrola Rûsya de êrîş pêk hat

Back to top button