Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî: 15 rewşên nû hatin tomarkirin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr.Ciwan Mistefa 15 rewşên coronayê yên nû û rewşeke mirinê ragihand.

Dr. Ciwan da zanîn ku 6 rewş li Hesekê, 5 li Qamişlo û 4 jî li Şehbayê hatine tomarkirin..

Dr. Ciwan diyar kir ku duh bi şev jî yekî din li Hesekê ji ber coronayê jiyan xwe ji dest da.

Bi van rewşên nû re, jimara giştî ya pêketiyan dibe 101, 4 kesan jî jiyana xwe ji dest daye û her wiha 5 kes jî rehet bûne.

https://www.facebook.com/smensyria/photos/a.955507237972547/1387430631446870/?type=3&theater

Back to top button