Li Serê Kaniyê ya dagirkirî, Artêşa Tirk a dagirker ciwanekî din di bin êşkenceyê de kuşt.
Ciwanê bi navê Xalid El-Hisên El-Elî di girtîgeheke ceteyan de bû û ji ber êşkenceyê hat kuştin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî diyar kir ku Xalid kesê 104an e ku li jêr êşkenceya çeteyên dewleta Tirk tê kuştin.
Li gorî navenda Belgekirinê, 6’ê Tebaxê Xalid tevî 3 zarokên apê xwe hatibû revandin.
Herî dawî jî, li Girê Spî li girtîgeheke çeteyan ciwanê bi navê Faris El-Keraf El-Himêdî jî ji ber êşkenceyê hat kuştin.