Sîxurê MÎT’ê Mihemed Hecî Osman: MÎT xwe bi rêya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê bi rêxistin dike

Asayîşa giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî herî dawî sîxurekî din ê MÎTa dewleta Tirk ê bi navê Mihemed Hecî Osman ku ji bo êrîşan şandine Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girt. Sîxur Osman diyar kir ku MÎTa Tirk xwe bi rêya “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê”, bi rêxistin dike û anî ziman ku sozên MÎTê dabûnê jî vala derketin. 

Istixbarata dewleta Tirk a dagirker/MÎT, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çêkirina tevliheviyan, gelek şaneyên sîxurtiyê daye avakirin.

Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî van şaneyan yek bi yek ji hev dixe.

Herî dawî jî li Kobanê, Asayîşê sîxurekî MÎT’ê yê bi navê Mihemed Hecî Osman girt.

Sîxur Osman diyar kir ku ew li herêma Qibêsîn a girêdayî Babê hatiye dinê, gelek caran çûye Tirkiye, Başûrê Kurdistan, Bab û Cerablûsê û ev 6 sal in li Kobanê dijî.

Sîxûrê MÎT’ê derbarê xebatên MÎT’ê de agahiyên girîng da.

Osman anî ziman ku Mîta Tirk xwe bi rêya “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” ku ji bermahiyên DAIŞ û El- Nûsrayê hatiye avakirin, bi rêxistin dike.

Sîxur Osman mukur tê ku:

Ew niha li Serê Kaniyê di nav artêşa niştimanî de cih digire û bi rêya serçeteyê Koma Sultan Murat ê bi navê Wisam Cemal Ebdurrahman ku berê endamê DAIŞ’ê bû, bi MÎT’ê re dikeve têkiliyê.

Sîxur Osman derbarê agahiyên ku daye Wisam Cemal Ebdurrahman de wiha dibêje:

 

Mihemed Hecî Osman: Ji bo bidestxistina erkekî, ez bûm sîxurê dewleta Tirk

Sîxur Osman ji bo sozên ku MÎT’ê di berdêla sîxurkirina wî de dane jî, wiha got:

“Wisam Cemal Ebdurrahman digot em ê di demeke nêz de Kobanê dagir bikin.

Dema wan Kobanê dagir kir, soz dan min ku ew ê erkê herî bilind bidin min.

Ji bo vê jî min xebata bi wan re pejirand.”

 

Mihemed Hecî Osman: Hemû sozên dan min vala derketin, ez poşman im

Sîxur Osman dawiyê poşmaniya xwe anî ziman û diyar kir ku piştî ew MÎTê re xebitî, wî karê xwe, malbat û her tiştê xwe winda kir û jiyana wî reş bû.

Back to top button