Li Efrînê ji ber teqînekê, zarokek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe jiyan li Efrînê kirine dojeh, duh êvarî dîsa teqînek li çerxerêya Maretê pêk hat û zarokek birîndar bû. Her wiha ji ber tedbîrên li dijî Coronayê nayên girtin, jin û ciwanekî jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din revandin, dizî û talan jî bi dawî nabin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku duh êvarî, careke din li Efrîna dagirkirî teqînek pêk hat..

Teqîn li çerxerêya Maratê ya li navenda bajêr pêk hat, di encamê de zarokek birîndar bû.

Ji ber xemsariya çeteyan, jin û ciwanek bi coronayê mirin

Li aliyekî din, binpêkirinên dewleta Tirk, li aliyê din jî gefa vîrûsa Corona li ser şêniyên Efrînê didomin.

Ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe tedbîrên li dijî belavbûna vîrûsê nagirin, jimara nexweşên coronayê zêdetir dibin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ji ber Coronayê jinek ji gundê Bêlê yê Bilbilê û ciwanek jî ji gundê Xaltan ê Cindirêsê jiyana xwe ji dest da.

Çeteyan li Recoyê bi ser malan de girtin

Heman rêxistinê, diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk li navçeya Recoyê jî bi ser malan de girt û bi tawanên nerast hewl dan sivîlan birevînin.

Çeteyan erdên çandiniyê ji cotkaran re kirine hesret

Li aliyekî din jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, erdên çandiniyê ji cotkarên li Efrînê re kirine hesret..

Çavkaniyeke taybet ji nava bajêr ji televîzyona me Ronahî TV re ragihand ku çeteyên dewleta Tirk xertûm û lolebên avdanê yên cotkarên ji gundên Deşta Cûmê didizin.

Her wiha çavkaniyê da zanîn jî çeteyan av li ser cotkaran qut kiriye.. ji bo avê bidinê jî li ser her hêktarek erd 100 L.T weke fidiye dixwazin.

Çarenûsa ciwanê bi navê “Fîras” ê revandî nediyar e

Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin û heta îro çarenûsa zêdeyî hezar kesên revandî nediyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, eşkere kir ku yek ji wan kesên winda, ciwanê bi navê ‘Fîras Hec Himadê’ ê 20 salî ji gundê Kurzêlê yê Şêrewayê ye.

Fîras ji 20’ê Adara 2018’an hatiye revandin û heta niha ti agahî li ser tune ne.

Back to top button