“Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser gelan e”

Şêniyên bajarê Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo helwest nîşan dan û gotin:
Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Welatiya bi navê Emîne Mustefa diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan îradeyeke bêhempa ji wan re hişt.

Emîne bang li gelên Rojhilata Navîn kir ku ji xewa xwe şiyar bin.

Welatiya bi navê Necme Kenco jî dibêje:

Tecrîda li ser Rêber APO tecrîda li ser gelên herêmê bi giştî ye.

Divê dijmin jî vê yekê baş bizanin, dê rojek bê ku em bendên Îmraliyê biqetînin.

Girêdayî heman mijarê, welatiyê bi navê Enwer Şukrî wiha axivî:

“Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erkê me hemiyan e, em hemû deyndarên wî ne.”

Her wiha, welatiya bi navê Salhe Elî jî got:

“Em ê rêya Rêber Abdullah Ocalan û ya şehîdan bişopînin.”

“Ev tecrîd li dijî gelê Kurd û tevahî Rojhilata Navîn e”

Back to top button