Tecrîda li dijî Rêber Apo li Swîsreyê hat şermezarkirin

Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarên Swîsreyê bi mîtîngan hate şermezarkirin.

Ciwanên Kurdistanî di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de li Baselê li hev kom bûn..

Li wir daxuyaniyek dan.

“Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 25 meh in agahî ji Rêberê Abdullah Ocalan nayê wergirtin .”

Li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bang li her kesî hate kirin ku bi ruhê seferberiyê dakevin qadan.

Mîtîng bi qîrîna dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Li Cenevreyê jî mîtîngek hate lidarxistin û daxuyanî hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Weke ciwanên welatparêz di her şert û mercî de em ê li ber xwe bidin ..

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin.

Li ser vê bingehê em bang li civaka navneteweyî dikin ku pêşî li mejiyê êşkencekar bigirin.”

“Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser gelan e”

Back to top button