Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê ragihand ku xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê 41 sal in xeta têkoşînê ya NPG’ê diyar dike.
NPG’ê tekez kir ku ew ê bi vê feraset, hişmendî, ruhê 14’ê Tîrmehê şer bikin, doza azadî û hebûnê ya gelê Kurd teqez bi ser bixînin.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) şehîdên 14’ê Tîrmehê Roja rumetê ya netewî bi bîr anî û got:
“Em di salvegera 41’emîn a Berxwedana Roja rumetê ya neteweyî 14’ê Tîrmehê, di şexsê şehîdên 14′ Tîrmehê hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
14’ê Tîrmehê di heman demê de weke Roja Rûmetê ya Neteweyî bi wate bû.
Em Roja Rûmetê ya Neteweyî li gelê Kurd ê welatparêz, hevrêyên li zindanan û hemû qadên têkoşînê pîroz dikin.”
Fermandariya NPG’ê dazanîn ku berxwedana 14’ê tîrmehê rûmeta gelê kurd xilaskir û ev nirxandin kir:
“Berxwedana 14’ê tîrmehê berxwedaneke gelekî mezin û dîrokî ye ku rêbaza berxwedanê û ruhê fedaî yê Apoyî nîşan da û kir xetek.
Di nava bêderfetiyê û êşkenceya hovane de sekna serketinê ye ku ruhê fedaî yê Apoyî destnîşan kir.
Ev berxwedana dîrokî ku di şexse kadroyên pêşeng ên partiya me de hate nîşandan, rûmeteke gelekî mezin da hevrêyan hemûyan û gelê Kurd.”
NPG’ê dazanîn ku li qadên şer gerîla bi ruhê 14’ê Tîrmehê têdikoşîn û wiha berdewamî da axaftina xwe:
“Sekna gerîla ya li qadên şer bi ruh û hişmendiya 14’ê Tîrmehê tê kirin.
Bi îradeyeke ku têk naçe li ber dijmin radibin, heta nefesa xwe ya dawî tawîzê ji sekna lehengiyê nadin û şehîd dibin.
Ew yek hatiye ispat kirin ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi feraset, hişmendî, ruh û rêbazê têkoşina xwe bi ser bikevin.”
NPG’ herî dawî dest nîşankir ku ewê li ser xeta şehîdan têbikoşin û ev sozda:
“Mîna ku me heta niha kir, ji niha û pê ve jî em ê bi rêbaza ku wan afirandine têbikoşin, soza xwe dubare dikin ku armancên şehîdên xwe bi ser bixînin.
Emê ala berxwedanê ya ji şehîdên xwe wergirtiye, bi Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê tacîdar bikin.
Bi baweriya serketinê em gelê xwe yê welatparêz hemûyan silav dikin.”


