Serdar Altan: Emê ji cihê mayî karê xwe bidomînin

15 rojnamevanên der barê wan de biryara berdanê hatibû dayîn, ji girtîgehê derketin. Rojnamevanan got: “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.

15 jê girtî, bi giştî 18 rojnamegerên Kurd di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatin binçavkirin û di 16’ê heman mehê de hatin girtin.

Rûniştina ewil a doza li dijî rojnamegeran li Dadgeha Amedê 2 rojan berdewam kir.

Rojnamegerên ku 13 meh in dîlgirtîbûn piştî parastina xwe kirin û di danaşîna ewil de 15 jê girtî 18 rojnamevanên ku li Amedê dihatin darizandin hatin berdan.

Piştî bihistina agahiyê Rojnamevan ji aliyê hevpîşeyên xwe, malbatên xwe, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên sazî û dezgehên bajêr ve bi tilîliyan hatin pêşwazîkirin.

Piştre li ser navê rojnamevanên hatibûn dîlgirtin Hevserokê Komeleya Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan daxuyaniyek da.

Serdar Altan: Ragihandina azad nayê bêdeng kirin

Serdar Altan diyar kir ku bi girtin û zextan em paşgav navêjin û emê pênûsa hevalên xwe bigrin cihê mayî karê xwe bidomînin

Serdar Altan di dawî de spasiya kesên ku wan xwedî derketine û pêşwaziya wan kirin kir û teqez kir ku wê rojnamegeriya kurdî ti carî bêdeng nemîne.

Dewleta Tirk a dagirker 27’ê Nîsanê dewleta tirk a dagirker rojnamevan Abdurrahman Gok, Mehmetşah Orûç, Bêrîtan Canozer û Remzî Akkaya li Amedê de hatin girtin.

Ev rojnamevên hîn benda darazêne.

Doza dijî rojnamegeran Kurd di roja 2. de li Amedê dewam kir

Back to top button