Salih Ciburî:Dewleta Tirk dixwaze Şengal û Ninowayê dagir bike

Berpirsê Encûmena Bilind a Îslamî ya Ninowayê Salih Cibûrî diyar kir, armanca dewleta Tirk ewe ku Şengal û Nînowayê dagir bike, ji ber wê êrişên xwe dewam dike.

Cibûrî diyar kir ku dewleta Tirk çav berdaye ser parêzgeha Ninowayê û dixwaze parêzgeha Ninowayê dagir bike û ev tişt got:

“Em jî dibêjin ku Ninowa Iraqî ye û wê Iraqî bimîne.

Xelkê parêzgeha Ninowayê jî di eslê xwe de xelkê Iraqê ne û ne koçberin.

Her kesek bixwaze destê xwe dirêjî parêzgeha Ninowayê bike, em ê li hemberî wan rabin.”

Ciburî di dewamê de got,

Devera Şengal ji ber hebûna gelek pêkhateyan bûye deverek cîhanî.

Hinek alî hewl didin wisan nîşan bidin ku Şengal ji Ninowayê qut bûye û hikûmeta Iraqê lê nine.”

Berpirsê Encûmena Bilind a Îslamî ya Ninowayê Salih Cibûrî bal kişande ser êrişên dagirkariya tirk yê bi hevkariya PDK’ê û wiha bi dawî kir:

Dewleta Tirk a dagirker rojane bi hevkariya PDK’ê deverên Başûrê Kurdistanê bi taybetî Şengalê bombebaran dike.

Di encama van êrişan de bi dehan welatiyên sivîl şehîd û birîndar dibin.”

Balafirek bêmirov êrişî navenda Şengalê kir

Back to top button