
Dadgeha Siûdiyê biryara darvekirina 5 kesan bi tewana kuştina Xaşiqcî da.
Dadgeha Siûdiyê biryara darvekirina 5 kesan û hin kesên din bixin zindanê bi tewana kuştina rojnemevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî da.
Wekîlê Dozgeriya Giştî li Siûdiyê, Şelan bin Racih bin Şelan diyar kir ku cezaya zindanê li 3 kesan ji bo 24 salan hat birîn.
Dozgeriya Giştî bi Siûd El-Qehtanî re jî lêpirîsîn kir, lê ji ber ti tewan li ser tune bû hat berdan.
Her wiha tewana li ser Qonsulê Siûdiyê li Stenbolê Mihemd El-Itêbî hat rakirin.
Rojnemevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî di 2’ê Cotmeha 2018’an de li Qonsulusxanaya Siûdiyê ya li Stenbolê hat kuştin.