Herêma Cizîrê-189 hezar xwendekaran karname wergirtin

Li herêma Cizîrê 189 hezar û 85 xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî karnameyên xwe wergirtin.
Li Qamişlo tenê, îro li 114 dibistanan, bawername hatin belavkirin.

Di 1’ê Hezîranê de, sala perwerdeyê ya 2022-2023’an li dibistanên herêma Cizîrê bi dawî bû.

Piştî amadekirina karnameyan ji hêla mamosteyan ve, îro karname li 165 hezar û 460 şagirtên qonaxa seretayî,

18 hezar û 456 şagirtên qonaxa navîn (ji bilî refa 9’an) Û

li 5 hezar û 169 şagirtên qonaxa amadehî (bêyî refa 12’an) bi giştî li 189 hezar û 85 şagirtî hatin belavkirin.

Di demên pêş de, dê karnameyên refên 9 û 12’an jî werin belavkirin.

Back to top button