Li Tirkiyê zextên dijî rojnamevanan

Dewleta Tirk ji bo ku sûcên xwe yên hovane veşêre û ji raya giştî re neyê eşkere kirin, rojnemevanan hedef digire û hewl dide dengê rastiyê bi operasyonên binçavkiirnê qut bike.
Rojnamevan Selman Gozelyuz ku ji girtîgehê derket, got:Êrişên li hember rojnamevanên li pey heqîqetê didomin.
Di Çapemeniya Azad de dewamî esas e”.
Li Antalyayê jî polîsan girtin ser malên Dayikên Aştiyê û 8 dayik destgîr kirin.

Li Tirkiyê zexta li ser rojnamegeran û hêzên azadixwaz bê navber dewam dike.

Tirkiyê di lîsteya Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas de,

Di nava 180 welatan de di rêza 165’an de ye.

Li gorî rapora dawî ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG):

77 rojnamevan ji ber rojnamevaniya xwe girtî ne.

Yên herî zêde bandorê ji polîtîkayên desthilata AKP’ê dibin jî rojnamevanên Çapemeniya Azad in.

Li Antalyayê 8 Dayikên Aştiyê hatin destgîrkirin

Li kêleka rojnmevanan her wiha gelek hêzên siyasî û kesayetên ji bo demokrasiyê jî têdikoşin jîdibin hedefa rejîma faşîst a Erdogan.

Îro li Antalyayê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê polîsan serê sibehê avêt ser gelek malan.

Di serdegirtinên malan de 8 dayikên aştiyê hatin binçavkirin.

Li Emîne şenyaşar cezayê pereyan hate birîn

Li aliyek din, ji ber axaftina Emîne Şenyaşar a di roja 518’an a çalakiya 9’ê Tebaxa 2022’an de bi îdiaya “Heqaret li xebatkarê cemaweriyê” kiriye doz hatibû vekirin.

Duyemîn rûniştina dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hate lidarxistin.

Parêzeran, destnîşan kirin ku rewşa delîlan a lêpirsînê bi têr nake ku ceza were dayîn.

Piştî parastinan, dadgehê bi îdiaya “heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” 8 hezar TL cezayê pereyan da Şenyaşar û biryara taloqkirina biryarê da.

Selman Gozelyuz: Di çapemeniya azad de berdewamî esas e

Back to top button