Li Qamişlo û Dêrikê mersîmên xiyabî ji bo şehîd Zîlan û Roj hatin lidarxistin

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Qamişlo û Dêrikê merasîmên xiyabî ji bo gerîlayên şehîd Zîlan Amed û Roj Qamişlo lidar xist.
Di merasîman de, soza şopandina rêya şehîdan hate serkeftinê hate dayîn.

Gerîla Xezal Mihemed ‘Roj Qamişlo’ û Sozdar Osê ‘Zîlan Amed’ 29’ê Nîsana 2019’an li Herêmên Parastina Medyayê di êrişên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû.

Îro Meclisên Malbatên Şehîdan yên Qamişlo û Dêrik bi merasîmên xiyabî ji bo her du gerîlayên şehîd li darxist.

Li Qamişlo gel bi girseyî, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî di merasîmê de amade bû.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Meqsede Osman hemû şehîd bi bîr anîn
û sersaxî da malbata şehîd Roj.

Ji fermandariya Meclisa Leşkerî ya Qamişlo jî Mihemed Zêdan axivî û got: “Berxwedana gerîla û şervanên me raber dike ku planên dewleta Tirk a dagirker ên zindîkirina Împratoriya Osmanî têk çûne.”

Endama Meclisa Jinan Cewahir Osman jî balkişand ser berxwedan û têkoşîna jinan.

Dawiyê, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Dêrikê jî merasîma xiyabî ji bo gerîla Sozdar Osê hate lidarxistin.

Konê sersaxiyê li pêş mala malbata şehîd a li gundê Girzîro yê herêma Koçerat hate danîn.

Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Hacî axivî û îşaret bi fedekariyên şehîdan ên parastina welat û herêmê kir.

Ji fermandarên QSD’ê yên Dêrikê Mihyedîn Xêrikî jî, balkişand ser têkoşîn û berxwedan malbata şehîd Zîlan û ferdekariyên wê ji bo serkeftinê.

Xêrkî soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê da.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadetê bi dawî bû.

Back to top button