
HPG’ê bi daxuyaniyekê 5 gerîlayên ku di sala 2019’an de li Garê şehîd bûn bi bîr anî û got:
“Heta nefesa xwe ya dawî dilsozê kevneşopiya berxwedanê ya partiya me PKK’ê bûn.”
HPG’ê ji malabatên hêja yên şehîdan û tevahîya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 5 gerîlayên ku di sala 2019’an de li Garê şehîd bûn daxuyaniyek da.
HPG’ê balkişand ser têkoşeriya gêrîlayan û wiha got:
“Partiya me PKK ku li dijî dagirkerî û mêtingeriyê hêviya azadiyê ya gelê me ye.
Di vê têkoşîna destanî de bi deh hezaran şehîd hatin dayin. Gelê me gihîşt rastiya gelê şerker.
Ji Rojava heta Rojhilat, ji Başûr heta Bakurê Kurdistanê gelê me bi xurtî xwedî li têkoşîna me derket.
Gelê me ewladên xwe yên herî hêja şand nava refên têkoşînê, bi baweriya ku azadî bêberdêl nabe, fedakariya herî mezin kir.”
HPG’ê ragihand ku di 29’ê Nîsana 2019’an li qada Çemankê ya herêma Garê di encama îxbara ajanên noker û hevkariya bi dijmin re, êriş hate kirin, di encamê de her 5 gêrîla şehîd bûn.
HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwast û ragihad ku ew weke şopdarên şehîdan wê xwîna wan li erdê nehêlin.
Nasnameya gêrîlayên şehîd bûne bi vî rengî ne:
Bav: Ahmet
Bav: Mûhammed Emîn
Bav: Salîh
Bav: Salîh
Bav: Mehmet