Rizgarkirina Minbicê pişta DAIŞ’ê û siyasetên Tirkiyê şikandin

Îro salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê ye..
Rizgarkirina wê serkeftineke stratejîk bû. nexasim ku hemû pêkhateyên wê telvlî şerê rizgarkirina wê bûn.Di encama wê pêngavê de çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê li bajaorkê Baxozê bi dawî bû. Lê dewleta Tirk a ku bi rêya çeteyên xwe nikarî bû Minbicê dagir bike niha raste rast li dijî wê êrîşên xwe didomîne.

Di roja kişandina vî dîmenî de, ne tenê tarîtiyek hatibû hilweşandin, lê belê dîrokek bi xwe re guhert..

Ew piştî tarîtî û hoîvtiyeke 2 salan, hatiye kişandin..

Minbic..

Paytexta leşkerî ya Çeteyên DAIŞ’ê a wê berî 4 salan..

Ji mezintirîn bajarên li ser rêya M4 ya navdewletî ye..

Cihê wî girîngiyeke mezin a bazirganiyê didêyê..

Çeteyên DAIŞ’ê, di çileya 2014’an ew dagir kir..

Wê çaxê Dewleta Tirk piştî Girê Spî, Minbic kir navenda pêşwazîkirina çeteyên DAIŞ’ê ê ji gelek welatên derve..

Vê rewşê heta dîroka 1 Hizêrana 2016’an dewam kir û wê çaxê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi piştgiriya YPG’ê û Koalîsyona Navnetewî Pêngava Rizgarkirina Minbicê da destpêkirin.

Nuqteya sifirê jî, j pira Qereqozaq a li rojhilatê bajêr û bendava Tişrînê a li başûrê bajêr dest pê kir.

Piştî 5 rojan ji Pêngavê, 5 Hizêranê Fermandarê Meclisa leşkerî ya Minbicê şehîd dibe û navê Pêngavê dibe “Pêngava Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla.”

Şer 73 rojan dewam kir..

Şervanan tevahiya gundewarên Minbicê rizgar kirin û bajar ji 4 aliyan ve dorpêç kir..

Çeteyên DAIŞ’ê reviyan Cerabilus û ji wir derbasî Tirkiyê bûn..

15 Tebaxê, rizgarkirina bajarê Minbicê li Cîhanê hat pîrozkirin..

Wê jî rengê azadiyê li xwe kir..

Meclisa Leşkerî ya vî bajarî bû qubleya ciwanên Minbicê û bi hezaran ji wan tevlî bûn û gelek bajarên din weke Reqa û gundewarên Dêra Zorê rizgar kirin..

Ji lewre, bi sedan şêwirmendên YPG’ê ku li ser daxwaza Meclisê mabûn, ji bajar derketin û Meclisa leşkerî ya Minbicê heta bi roja îro jî herêma xwe diparêze..

Li kêleka serketina leşkerî, bingehê rêvebirinê jî hatibû danîn..

Nîsana 2016’an Meclisa Sivîl a Minbicê hatibû avakirin û wê jî dest bi xebatên rêxsitinkirina herêmê kir..

Wê demê rakirina bermahiyên şer ji bajêr, avakirina saziyên xizmetguzarî û ewlehî weke gavên stratejîk bûn..

Helbet, gav mezintir bûn..

Sala 2017’an Rêveberiya Xweser û meclisên Minbic û gundewarên wê hatin avakirin.

Vê jî yekîtî û hevgirtina di nava Minbicê bi hêz kir û ew bajar weke bêhinekê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî tê dîtin..

Ji lewre, çavê Dewleta Tirk a ku projeya wê bi rêya DAIŞ’ê têk çû, her li vî bajarî û bi rêya sîxurên xwe hewl dide bingehê planên nû li ser Minbicê deyne..

Lê belê her ev hewldanên Tirkiyê weke DAIŞ’ê têk diçin û dibe xaleke bi hêz a di dîroka Bakur û Rojhilatê Sûrî…

Back to top button