Li Efrînê çeteyan 3 sivîl ji gundê Hêkiçê revand

Artêş Tirk a dagirker û çeteyên xwe, li Efrîna dagirkirî 3 sivîl ji gundê Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, revandina 3 sivîl ji gundê Hêkiçê yê naveçeya Cindirêsê belge kir, û li gorî wê,

Mihemed Sebrî yê 58 salî

Fewzî Sebrî yê 56 salî

Hesen Sebrî yê 49 salî ji malên xwe ber bi cihekî nediyar ve hatine revandin.

Rêxistinê eşkere jî kir ku, her 3 kesên hatinî revandin, kurên pîrejina bi navê ‘Fatmê Kinê’ ku di meha Nîsanê li ser destê çeteyên dewleta Tirk bi hovîtî hat kuştin e.

Li gorî rêxistinê çeteyan her sê kur bi armanca dev ji doza dayîka xwe berdin revandine..

Bi vê yekê re, tenê ji destpêka Tebaxê û heta niha li Efrînê 41 sivîl hatine revandin.

Duh jî çeteyan, li gundê Şadirê yê Şêrewa kalemêrekî Êzdî yê bi navê Nûrî Cimo Umer Şeref kuşt.

Back to top button