Dewleta Tirk a dagirker şandina çekan ji bo Idlibê didomîne û duh 20 maşîneyên din derbasî Idlibê kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh dewleta Tirk 20 maşîneyên leşkerî ku alavên leşkerî û lojistîk tê de bûn, di dergeha Kefer losîn re derbasî Idlibê kirin.
Li gorî Çavdêriyê, heya niha hejmara maşîne û alavên leşkerî ku dewleta Tirk derbasî herêmê kirine,ji 8 hezarî derbas kiriye.
Her wiha zêdeyî 11 hezar û 500 leşkerên Tirk jî, derbasî Idlib û gundewarê Helebê kirine.