
Duh di navbera Imarat û Israîlê de, peymaneke aştiyê hat îmzekirin, li gorî wê, biryara Israîlê ya tevlêkirina erdên FIlistînê tê rawestandin û li beramber wê têkiliyên du-alî di navbera Tilevîv û Abû Dabîyê de dest pê dikin.
Li ser vê peymanê bertekên ciyawaz ji gelek welatan derketin, hin dewletan îmzekirina vê peymanê erênî nirxand, hinan hişyarî dan û hinan jî yek car ew red kir.
Li ser peymana aştiyê ya di navbera Israîl û Imaratê de, ku bi serperiştiya Amerîkayê hat îmzekirin, helwestên cihêreng ji gelek welatan derketin.
Welatên Brîtanya, Fransa, Rûsya, Misir, Urdun, Behrên û Umanê ev peyman erênî nirxand û weke gaveke girîng ji bo aştî û aramiya tevahiya herêmê bi nav kir.
Her wiha nûnerê bilind ê ewlekarî û siyaseta derve di Yekîtiya Ewrûpayê de Josê Borell, peyman weke gaveke erênî bi nav kir.
Josê Borell bang li Israîlê kir ku ji biryara tevlêkirina parçene ji Difa El-Xerbiye vegere.
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî, li ser vê peymanê wiha dibêje:
“Em destekê didin hemû destpêşxeriyên aştiyê li herêmê.”
Di heman demê de Serokê Filistînê Mehmûd Ebas, li dijî peymanê berteka xwe anî ziman:
“Ev gav, gava îxaneta Qûdis, Eqsa û dosyaya Filistînê ye.
Ev peyman biryarên lûtkeyên Erebî, Islamî û rewatiya navnetewyî dirûxîne û weke dijminahiyekê li dijî gelê Filistînê ye.”
Wezareta Derve ya Îranê jî, li ser peymana Imarat û Israîlê daxuyaniyek da, tê de wiha got:
“Wê dîrok xençera ku Îmaratê li pişta gelê Filîstinê xist ji bîrneke û ev yek wê berxwedana wan xurtir bike.”
Ji aliyê xwe ve, serokkomarê dewleta Tirk Erdogan, li ser peymanê idîya kir:
Piştê vê biryarê dibe ku em balyozê xwe yê li Imaratê bikşînin.
Em bi gelê Filistînê re ne û em ê heta dawiyê bi wan re bin.
Tiştê balkêş ew e ku Erdogan, bijarteya kişandina balyozê Tirk ji Imaratê tîne zimên, lê ew qet behsa balyozê dewleta Tirk ê li Israîlê nake.