Li Îranê vîrûsa Coronayê nehatiye kontrolkirin

Tevî krîza aborî û siyasî ya li Îranê, Corona jî rewşa li welêt zehmetir kiriye.

Ji ber xemasariya rejîma Îranê, gelê Îran û rojhilatê Kurdistanê berdêla vîrûsê didin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanuş Cîhanpûr bi civîna çapemeniyê bîlançoya vîrûsa koronayê ya 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gorî bîlançayê, di 24 saetên dawî de 57 kesên din bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane û hezar û 787 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin.

Heta niha li Îranê 6 hezar û 508 kesan ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dane û 139 hezar û 511 kes jî pê ketin

Back to top button