Li cîhanê vîrûsa Corona hêj belav dibe

Heta niha parzemîna Amerîka berdêleke giran dide. Her çend li cîhanê vîrûs belav dibe jî gelek welat gav bi gav tedbîran radikin. Çûyîna ji bo Hec û Umerê jî heta demeke ne diyar hat rawestandin.

Li tevahiya cîhanê hijmara pêketiyên Vîrûsa Corona 5 milyon û 600 hezar derbas kir.

Tenê di 11 rojên dawî de 1 milyonî zêdetir mirov bi vê vîrûsê ketin.

Li hemû cîhanê di nav mehekê de hijmara pêketiyan du caran li xwe zêde kiriye.

Sêyeka pêketiyan li parzemîna Ewropa û Emerîkayê ye.

Li Ewropayê 2 milyon û 47 hezar pê ketine û 172 hezar kes mirine.

Li Emerîkayê jî 1 milyon û 700 hezar kes pê ketine û 98 hezar kes mirine.

Li gorî welatan piştî DYE’yê herî pir li Brezilyayê hijmara pêketiyan zêde ye:

Li wir 376 hezar kes bi vîrûsê ketine û 22 hezar û 666 kes mirine.

Lubnan cezayan li ser nelixwekirina maskan dike

Her çend li cîhanê vîrûsa corona belav dibe jî gelek welat gav bi gav tedbîran radikin.

Tevî li Lubnan dest bi sivikirina tedbîran kir, îro rayderên hikumetê ragihandin ku kesên maskan û lepikan bikar nîne wê cezayan lê ferz bikin.

Li Lubnan di 24 seatên dawî de 21 kes bi vîrûsê ketine, bi vê re jimara pêketiyan gihişt hezar û 140 kes û ji wan jî 26 kes mirine.

Rojnameya me: Ziyaretvanên Hec û Umrê heta demeke ne diyar e hatiye rawestandin

Rojnameya Middle East Eye (MEE) jî bi sernavê “Ziyaretvanên Hec û Umre heta daxuyaniyek duyemîn dê çûyîna Mekkê rawestînin” gotarek weşand.

Rojnameya The New York Times jî got “Bîranîn bi êşên nû û siyasetê tên pêşwazîkirin.

Windayên vîrûsê, wekî windayên şer zêde ne.

Back to top button