Di operesyoneke hewayî de waliyê Iraqê yê DAIŞ’ê hat kuştin

Di opersyoneke hezên koalisyona navdewletî ya li Dêra Zorê de, waliyê Iraqê yê DAIŞ’ê Mutez Noman El-Cibûrî hat kuştin.

Antî Terora Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Waliyê Iraqê yê DAIŞ’ê, di êrîşeke hewayî de ji aliyê balafirên Hevpeymaniya Navneteweyî ve hate kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew serçeteyê DAIŞ’ê ji bo cihê wî neyê eşkerekirin, bi ti awayî telefon bi kar nedianî û ji bo hatinûçûnê gelek nasname û pasaport pê re hebûn.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji bilî wezîfeya Waliyê Iraqê, “Alîkar Rêberê Rêxistina çeteyên DAIŞ’ê ji bo karûbarên hemû wîlayetan” û “berpirsê plandanîn û hevahengiya çalakiyên terorîstî yên derve yê DAIŞ’ê bû.

Têkildarî mijarê çavlirêye ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê daxuyaniyekê bide.

Back to top button