Şandeyek ji ENKS’ê çû Başûrê Kurdistanê

Îro şandeyeke ENKS’ê bêyî aşkerakirina tu sedeman di dergeha Sêmalka re berê xwe da Başûrê Kurdistanê.

Şandeya ji berpirsê rêveber ê buroya rêveber a PDK-Sûriyê, endama Desteya Serokatiyê ya meclisê, sekreterê Partiya Wekheviyê ya Demokratîk a Kurdî, sekreterê Partiya Islah a Kurd li Sûriyê û sekreterê Partiya Yekitî ya Kurdistanê-Sûriyê pêk hat.

Endamên şandeyê bersiva pirsên nûçegihanên Ajansa Hewarê derbarê vê serdanê de neda.

Ev serdan di wextekê de pêk hat ku hewldan ji bo yekrêziya kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê kirin.

Back to top button