Dewleta Tirk 4 ciwanên Efrînî li Stanbulê girtin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tu rojên pîroz û olî nas nakin.Her wiha dewleta tirk a dagirker ku ciwanên Efrînê yên li tirkiyê digre jî radestî çeteyên xwe dike. Çeteyan li navçeya Reco jî despêkê ala PYD’ê rakirin û piştre ev kirin hincet û bac li ser şêniyan ferz kirin.

Navenda ragihand ku di 15’ê Gulanê de hêza ewlehiya Tirkiyê li bajarê Stenbolê çar ciwanên kurd yên ji gundê Aşka Xerbî ya Efrînê girtin.

Navên ciwanên girtî jî weha ne:

Xalib Mihemed Bekir (37)
Ednan Fewzî Silêman (20)
Mistefa Ehmed Wîsî (25)
Mistefa Mihemed Oso (22)

Malbata ciwanan: Divê Tirkiyê zarokên me radestî çeteyan neke û jiyana wan nexe metirsiyê

Malbatên ciwanan bang li rêxistinên mirovî kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin, da ku zarokên wan werin berdan û radsetî çeteyên li Idilbê neyên kirin.

Di demên cuda de, dewleta Tirk 2 ciwan kurd bi navê Betal Hesen Elî (24) ê ji gundê Memila ya navçeya Reco û Mihemed Hisên Bekir ê ji gundê Dimiliya ya Mabata, li bajarên Tirkiyê girtibûn.

Dewleta tirk ev ciwan radsetî çeteyên Heyit Tehrîr El-Şam kiribû.

Ji ber malbat nikarîn 20 hezar dolar fidye dabîn bikiribana, çete herdu ciwan kuştin.

Çete ji bo standina baceyan ala PYD’ê li navnda navçeya Reco hildan

Li aliyek din malpara Efrînpost ragihand ku çeteyan li navçeya Reco ji bo bace ji şêniyan bistînin, ala PYD’ê li navnenda bajêr hildan.

Çete bi vê bihaneyê, di sibeha cejnê de ji her malek 50 hezar L.S sepand.

Çete ziyareta Şêx Hemdê ya Êzîdiyan talan kir

Her weha navnda belgekirina binpêkirinan li bakur Sûrî ragihand ku çeteyan ziyareta Şêx Hemîd a Êzîdiyan a li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şîrewa wêran kir.

Çeteyan ji bo dizîna şûnwarên dîrokî ziyaret talan û wêran kir.

Back to top button