Şêniyên bajarê Qamişloyê êrîşa hovane ya dewleta Tirk a dagirker li ser mala Rêber Abdullah Ocalan, şermezar kir.
Şêniyan da xuyakirin ku ev êrîşa derqanûnî, hewldaneke jiholêrakirina bîranînên Rêber Apo ye.
Şêniyan got:
“Kirina dewleta Tirk a li gundê Elpelûrê, bi armanca bêhêvîkirina ye. Lê vîna me ti carî bi van kiryarên tirsonek, naşike.”
Şêniyên Qamişloyê da zanîn ku xwedîderketina li fikir û felsefeya Rêber Apo, dê planên dagirkeriyê têk bibe û bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku, li hemberî dagirkeran bibin yek dest.