DAIŞ’ê pêkanîna teqîna Sedir ya rojhilatê Bexdayê girt ser xwe

DAIŞ’ê teqîna li bajarê Sedir ê rojhilatê Bexdayê, girt ser xwe.

DAIŞ’ê duh bi daxuyaniyekê teqîna li Bexda girt ser xwe û da zanîn ku, bi rêya erebeyeke bombebarkirî pêk anîbû.

Roja pêncşemê hin çeteyên DAIŞ’ê li sûka Orfellî ya bajarê Sedir ê rojhilatê Bexdayê erebeyeke bombebarkirî teqandibû.

Di encama teqînê de, 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 17 jî birîndar bûn.

Weke tê zanîn, teqîn piştî armanckirina balafirgeha Hewlêrê pêk hat.

Back to top button