Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê vîrûsa “Coron”a wekî “Nexweşiya Kurewî” îlan kir

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê vîrûsa Corona ku li cîhanê belav dibe wekî Nexweşiya Kurewî ango ‘pan-demî’ îlan kir.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Vîrûsa Corona (Covîd 19) wekî nexweşiya kurevî anjî “Pandemî” îlan kir.

Rêxistinê 2009’an nexweşiya Şewba berazan jî wekî pandemî ilan kiribû.

Bi sed hezaran kes ji ber şewba berazan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rêxistinê ji bo nexweşiyek wekî pandemî bê îlankirin divê vîrûsek nû be, zû derbasî mirovan bibe û bê navber belav bibe.

Herî dawî vîrûs li 119 welatan hat dîtin û 4 hezar û 591 kes ji ber vîrûsê mir.

Back to top button