Rêveberiya Xweser civîna xwe ya Mehane li dar xist

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya mehane li dar xist.

Di civîna mehane ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser de, daxuyaniyên dawî yên serokê rêjîma Sûrî Beşar El-Esed a inkarkirina doza kurdî hat şermezarkirin.

Meclisa Rêveber bang li rêjîma Sûrî kir ku formeke lihevkirinê bi Rêveberiya Xweser re peyda bike.

Di civînê de bal hate kişandin ser rewşa koçberên ji Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê, hate gotin ku divê Neteweyên Yekbûyî vegera ewle ya koçberan bide.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser di rûniştina xwe de çend biryar ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzaiyê dan, ji wan.

– Pêşxistina qadên çandinî, tenduristî, perwerde û fêrkirinê û ji bo vê yekê bûdceyek veqetand.

– Aktîvkirina dezgehên çavdêriyê li herêmê.

– Destekdayîna projeyan.

– Avakirina dezgehek temwînê ji bo kontrolkirina buhayan û çavdêriya sûkan.

Back to top button