Li Efxanistanê, hêzên artêşa welat 20 polîs û leşker xwe ji destê tevger çekdarên Talîbanan rizgar kir.
Wezareta Parastinê ya Efganistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li wîlayeta Nîmruz, operasyonek pêk anî.
Wezaretê diyar kir ku di encamê de, 20 polîs û leşkerên wan ku ji aliyê Çekdarên Talîban ve, hatibûn girtin, rizgar kirin.
Li gorî daxuyaniyê di dema pêkanîna opresyonê de jî, fermandarekî hêzên Efxanî û 7 çekdarên Talîban hatin kuştin.
Li Efxanistanê 3 endamên hêzên Ewlehiyê hatin kuştin
Li wîlayeta Hirat ya heman welatî, vê sibehê erebeyekê bombekirî navenda Polîsan a li herêma Zendayê kir armanc û tê de, 3 endamên hêzên Ewlehiyê, hatin kuştin.