Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê, 3 kesên din ravand.
Malpera Afrin Post ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê, ji navçeya Cindirêsê ya gundewarê Efrîna dagirkirî, malbateke Kurd ku ji 3 kesan ve pêk dihat, ravand.
Malperê da zanîn ku ev melbat 6 meh in hatiye revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Li gorî malperê, navên kesên ku hatine ravandin, Xalîda Ibrahîm, Viyan Mihemed Beyram û zarokek salek û nîv in.
Ji xwe çeteyan piştî revandinê, mala malbatê desteser kir û veguherand tabûreke leşkerî.