Çalakvan Zeyneb Celaliyan bi rîska korbûnê re rû bi rû ye

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan 15 sal li girtîgeha dewleta Îranê girtî ye.
Zeyneb ya ji hemû mafên xwe yên rewa bêpar maye, niha jî bi rîska korbûnê re rûbirû ye.

Zeyneb Celaliyan ya bi surgun û êşkenceya spî re rû bi rû mayî, di nava şert û mercên ku tê deye, nikare derman bibe.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, Zeyneb ji ber êşkenceyê bi rîska korbûnê re rû bi rû ye.

Beriya niha Zeyneb Celaliyan bi nexweşiya Covid-19 ketibû lê nehatibû dermankirin.

Zeyneb ya bi cezayê muhebetê tê girtin, di nava 15 salên jiyana xwe de surgunî gelek girtîgehan hat kirin.

Zeyneb Celaliyan 1982’an, li bajarê Mako yê parêzgeha Urmiyeyê hatiye dinê.

Zeyneb bi hinceta endama PJAK’ê ye, 2007’an ji aliyê Îranê ve hat girtin.

Ji wê demê ve li dijî Zeyneb di girtîgehê de gelek binpêkirin û bê mafî tê kirin.

Back to top button