Kemal Ebdulah-Ji bo hûnerê ji Bokan çû Silêmaniyê

Hunermend Kemal Abdullah bi salan li kolanên Tehranê keman lê dixist.
Di nav kolanên Tehranê de stranên xwe pêşkêşê gel dikir. Ji ber astengiyên Rejîma Îranêkê berê xwe da Başûrê Kurdistanê.

Kemal Abdullah ji bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Kemal hê ji temenê xwe yê biçûk ve li navendeke hunerê fêrî karê hunerî bûye. Piştre li Zanîngehê beşa Îngilîzî diqedîne.

Abdullah bi qasî 6-7 salan bi vî rengî li kolanan car li ser daxwaz û car jî çi ji dilê wî hat pêşkêş kir.

Ev nêzî 2 sal in li kolanên Silêmaniyê bajarê huner û rewşenbîriyê li ber Dergayê Sera bi kemana xwe dilê xelkê xweş dike.

Kebal Abdullah sedema hatina xwe ya başûrê Kurdistanê wiha şîrove dike:

Ji ber astengiya desthilata îranê, ez hatim heremê.

Min dît vir baş e, aram e.

Niha ez debara xwe li vir bi hûnara xwe dikim.”

Kemal Abdullah bi hûnera xwe kolanên bajarê Silêmaniyê bi staranên nûjen û kevin pêşkêşî xelkê dike.

Back to top button