Enternasyonalîstên Swêdî, li paytext Stockholmê li qada spor û keyfxweşiyê ya Grona Lûndê, bi projektorê hevkariya serokkomarê Tirk Erdogan û DAIŞ’ê nîşan dan.
Aktîvîst û çalakgeran bi hashtaga “Em hemû sûcên we dibînin”, “Em faşîzma Tirk têk bibin” û “Jin jiyan azadî”, li ser medyaya dîjîtal daxuyanî dan û destnîşan kirin ku rejîma Erdogan a faşîst qirkirina Kurdan bi lez kiriye.
Çalakgerên Enternasyonalîst di daxuyaniyê de bal kişandin li ser çavgirtinên hikûmeta Swêd ji sucên dewleta Tirk re jî û gotin:
“Li beramber endamtiya NATO’yê firotina çekan ji Tirkiyeyê re bilez kiriye û bûye hevkarê sûcê şer..”
Her wiha banga tevlêbûna meşa ku wê roja 21’ê Çileyê li Stockholmê bê lidarxistin, hat kirin.