Li dijî kargeheke petrolê ya li Ceddayê êrîşek pêk hat

Duh Duşemê, li dijî kargeheke petrolê li bakurê bajarê Cedda yê Erebistana Si’dî, bi mûşekekê êrîşek pêk hat.

Çavkaniyeke Wezareta Enerjiyê ya Si’ûdî eşkere kir ku di encama vê êrîşê de, şewat li kargehê derket.
Li gorî çavkaniyê, tîmên agirkujê agir vemirand û ti ziyanên canî çênebûn.
Berdevkê Koalîsyona Welatên Ereb Tirkî El-Malikî ev êrîş spart hêzên Hûsî yên Yemenê.
Li beramber vê êrîşê, balafirên Koalîsyona Welatên Ereb êrîşî embarên çekan ên Hûsiyan li Senayê kir.
Êrîşa li dijî kargeha petrolê ya Erebistana Si’ûdî ji aliyê sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, Misir, Meclisa hevkariya Kendavê û gelek rêxistinan ve, hat şermezarkirin.
Back to top button