Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk gef xwar ku danûstaninên navbera wan û Amerîka derbarê kirîna pergala S-400 ji aliyê Tirkiyê ve, bazareke siyasî ye û bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Çelîk li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku pergala S-400 ji bo parastina ewlekariya Tirkiyê pir girîng e û parastina Tirkiyê, ne mijareke bazirganiyê ye.
Beriya 2 rojan, serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî ragihandibû ku welatê wî ne bi niyaz e dest ji pergala S-400 berde.
Her wiha berdevkê serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin, gefên Amerîkî yên sepandina cezayan li ser Tirkiyê red kirin û destnîşan kir ku ev yek têkiliyên di navbera hevkarên stratîjîk de têk dibe.