Ji ber bombeyeke çandî fermandarekî Azerî hat kuştin û yekî Rûs birîndar bû

Li Qerebaxê, di encama teqandina bombeyeke çandî de, fermandarekî Azerî hat kuştin û yekî Rûsî birîndar bû. 

Wezareta Parastinê ya Rûsî ragihand ku Duşemê ji ber teqandina bombeyeke çandî li devera Terter a Qerebaxê, fermandarekî Azerbeycanê hatiye kuştin, her wiha fermandarekî Rûs û 5 endamên komîteya navdewletî ya Xaça Sor bi giranî birîndar bûne.

Li gorî heman çavkaniyê, tîmeke hevbeş a hêzên aştiyê yên Rûsî, hêzên Azerbeycanê, Wezareta Rewşên Awarte û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor dema li nêzî navçeya Madaxêz li aliyê Azerbeycanê li termên kuştiyan digeriyan, pêk hat.

Back to top button