YNK’ê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî gihande kampanya alîkariyê ya HDP’ê

Berpirsê Malbenda 3 ya YNK’ê ya li Hewlêrê alîkariya madî û pêwîstiyên mirovî gihandin kampanya alikariyê ya ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ve ji bo mexdûrên erdhejê hatî destpêkirin.

Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê Mecid Heme Emîn ji Rojnews’ê re axivî û got: “Em ê bi riya HDP’ê alîkariya xwe bigihînin birayên xwe yên li Bakur u Rojavayê Kurdistanê.”

Mecid Heme Emîn ji welatiyên Başûrê Kurdistanê xwest tevlî kampanyayê bibin.

Nûnera Nûnertiya HDP’ê Nahîde Armîş têkildarî alîkariya YNK’ê, got: “Hêvîdarim ku tevahiya hêzên siyasî yên din ên Başûrê Kurdistanê alîkariya kampanya HDP’ê bikin.

Ji ber ku pêwîstiya gelê me bi alîkariyê ye.”

Back to top button