Heyva Sor a Kurd bang li aliyan kir ku ji bo derbaskirina alîkariya mirovî bibin alkîkar

Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê bang li hemû aliyan kir ku ji bo derbaskirina alikariya mirovî li herêmên dibin kontrola hikûmeta Şamê û tirkiyê de bibin alîkar.

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku her çiqas hinek alîkarî gihiştibe hinek cihanjî, hê jî li gelek deran mirov dibin kavl û xirabeyan de li benda rizgarkirinê ne.

Mixabin gelik alî û hêz li hember vê karesatê hesabên siyasi xistine pêşiya bûyerê bê kû bikevin ferqa
berpirsyartiya xwe ya mirovi û axlaqî.

Em wek Heyva Sor a Kurd amadene bi ekîb û imkanên xwe ve bi hewra gelê xwe yê ku ev kareset bi serê wan ve hatî biçin.

Lê belê ji bo xwe gihandina herêma Efrin Cindirês û herêmên din astengî hatin derxistin.

Her wiha niha jî heman astengî li herêma Heleb û Şehbayê ji aliyê hûkûmeta Suriye ve têne derxistin.

Eger zû xwe gihandinek çê nebe wê karesatek ya mirovî ji ya erdhejê mestir were jiyankirin.

Ji bo wê em bang li hemû mirovahiya xêrxwaz, hêz û aliyan dikin ku destwerdana lezgin bikin ku alîkariya mirovî derbasî van herêman bibe.

Back to top button