Mihemed Pêncwînî: Tirkiye jî aliyekî peymana PDK-Bexdayê ye

Nerazîbûn û nîşandana bertekan li dijî peymana li ser Şengalê zêde dibin. Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwînî da xuyakirin ku hayê dewleta Tirk ji vê lihevkirinê heye û Amerîka û Fransa jî destekê didinê.

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî der barê lihevkirina PDK-Bexdayê ya ku li ser Şengalê hatiye îmzekirin de, axivî.

Pêncwênî teqez kir ku di navbera Iraq û Tirkiyê de peywendiyeke veşartî heye, bi taybet piştî kuştina fermandarên hêza parastina sînorê Iraqê ên li navçeya Biradostê.

Mihemed Emîn Pêncwînî diyar kir ku peymana hikûmeta Iraq û PDKê, bi agahdariya Tirkiyê hatiye îmzekirin.

Mihemed Pêncîwî: Armanca Tirkiyê polîsên federal li Şengalê bi cih bike

Li gorî Pêncwênî, armanca dewleta Tirk ji vê lihevkirinê ew e ku hêzên Kurd ji Şengalê derxin û polîsên federal ên Iraqê li wir bi cih bikin.

Mihemed Pêncîwî: Amerîka û Fransa piştgiriyê didin peymana PDK-Bexda

Pêncwînî da zanîn ku Hêzên Koalîsyon, Amerîkî û Fransa jî ji lihevkirinê agahdar in û piştgiriyê wê dikin.

Mihemed Emîn Pêncwînî, ev lihevkirin weke biçûkxistina pêvajoya siyasî ya Başûrê Kurdistanê nîşan da, ku hayê hin serkirdeyên Kurdan ji lihevkirinê heye, haya hinan jî jê nîne.

Pêncwînî hikûmeta Başûr bi hişmendiya partiyetî tawanbar kir ku ew li gorî van berjewendiyan, nêzî mijarên siyasî yên Kurdî dibe.

Siyasetmedar Mihemed Emîn got:

“Xala lawaz a vê lihevkirinê ew e ku Êzidî tev lê nehatiye kirin.

Aliyên lihevker qala mafên Êzidiyan dikin, lê dema îmzekirina vê peymanê, nêrîna wan jî negirtiye.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwînî bang li aliyên Kurd kir ku li hemberî Iraq, Tirkiye û Îranê bibin xwediyên yek helwest û nêrînê.

Back to top button