Tirkiye sist dibe û dibêje ew amade ye danûstandinê bi Yûnanistanê re bike

Piştî Yûnistanê daxwaza qedexeya çekan li ser Tirkiyê ji Komîseriya Ewropayê kir, Enqere ragihand ku ew amade ne li ser maseya danûstandinan rûnin.

Yûnanistanê teqez kir ku ew qebûl nakin Tirkiyê ti pişkinînê li herêma wê ya deryayî pêk bîne.

Wezîrê derve yê Yûnanistanê Nicos Dendiyas bang li YE kir, ku weke bertek li dijî arandinên Tirkiyê li Rojhilatê Deryaya Spî, lihevkirina Yekîtiya Gumrikê ya bi dewleta Tirk re rawestîne.

Piştî vê yekê, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, ku ji bo çaresrkirina aloziyê, welatê wî amade ye danûstandinan bi Yûnanistanê re bike.

Akar di heman demê de gef jî lê xwar, ku “ti kes nikare li ser erdê wan asteng bike”, weke îşaret bi dewamkirina xebatên xwe yên lêgerîna li xaxê.

Hefteya borî, rayedarên YE hişyarî da Tirkiyê, ku eger ew dev ji arandina xwe ya li Deryaya Spî bernede, ew ê sepandina cezayan li ser Tirkiyê, di lûtkeya xwe ya di meha Kanûnê de, lêkolîn bikin.

Back to top button