Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo pêngava “Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinê re” nîşan da

Çalakvanên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li bajarokê Qeladiz ê Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê piştgiriya Pêngava KODAR û PJAK’ê ya “Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinê re” nîşan da.

Çalakvanan di çalakiyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rejîma Îranê li dirêjahiya dîrokê, her tim ji bo domandina desthilata xwe, girtin, kuştin û êşkence pêk anîne.

Çalakvanan di daxuyaniyê de got:

“Me weke Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber zilm û zordestiya rejîma Îranê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û li vir têkoşîna xwe didomînin.

Çalakvanên siyasî ji bo Îraneke demokrat û Kurdistaneke azad, banga tevlîbûna li Pêngavê li gelên Îranê kir.

Li ser navê Jinên Rojhilatê Kurdistanê jî daxuyaniyek hat xwendin.

Tê de bang li hemû jinên Kurd, Ereb, Beluc, Azer û Faris hate kirin ku li dijî hişmendiya desthilata Îranê ya zilamsalariyê rabin.

Back to top button