Eyşe Hiso: Li dijî êrîşên dagirkeran piştgiriya pêngava KCK’ê bikin

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso bang li Kurdistaniyan kir ku bibin yek û piştgiriyê bidin pêngava KCK’ê da ku ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Kurdistanê re bibin bersiv.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, KCK’ê pêngavek bi dirûşmeya “Bes e tecrîd, faşîzm, dagirker, dem dema azadiyê” da destpêkirin.

Ev pêngava KCK’ê her diçe, berfirehtir dibe û bi elaqeyeke mezin a şêniyan tê pêşwazîkirin.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku PYD’ê li gorî pêwîstiyên pêvajoyê, bi rêya çalakiyan piştgiriyê dide pêngavê.

Eyşa Hiso bi bîr xist ku ev pêngav di wextekê de hat ku xeteriya dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye.

Eyşe bang li gelê Kurdistanê kir ku yekîtiya xwe ava bikin û piştgiriyê bidin pêngava KCK’ê û hemû komployên li dijî gelê Kurd vala derxînin.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso her wiha banga danîna sînorekî ji êrîşên dewleta Tirk re kir, ku “Divê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin, werin parastin.”

Back to top button