Artêşa Tirk û çeteyên xwe bi dijwarî êrîşî Eyn Îsayê kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, êrîşî navçeya Eyn Îsayê kir.

Çavkaniyên ji herêmê ji me re ragihand ku di seat 3ê sibehê de, artêşa Tirk û çeteyên xwe bi giranî êrîşî gundê Seyda yê navçeya Eyn Îsayê kir.

Çavkaniyan da zanîn ku derdora 35 leşkerên Tirk û çeteyên xwe hewl da derbasî gundê Seyda bibin, lê ev hewldan ji aliyê şervanên QSD’ê ve hat şikandin.

Li gorî agahiyan, êrîş heta seat 6’an berdewam kir.

Back to top button