Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarê wê diyar kir ku alîkariyên mirovî ji wateya xwe ya mirovî veguheriya alîkariyeke siyasî.
Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarê wê li deriyê El Tayihe yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de daxuyaniyek da.
Hevserokê Komîteya Kar û Barên Xebitandinê Eqle El Mensûr daxuyanî xwend û hat gotin: “Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne desteka pêwîst li gorî hêza xwe ji mexdûrên erdhejê re pêşkêş bike.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Mixabin alîkariyên mirovî ji wateya xwe ya mirovî veguheriya wateyeke siyasî.
Ji erkê me ye ku em alîkariya xwişk û birayên xwe yên li herêmên wêranbûyî bikin û desteka madî û manewî ji wan re pêşkêş bikin.
Em li vir li pêşiya karwanan bang dikin ku ew derbas bikin û di zûtirîn dem de bigihêjin her kesê hewcedar.”