Girtiyên girtîgeha Xarpêtê 13 name ji ÎHD’ê re şandin

Girtiyên di girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê de rastî êşkence û zextên mezin tên.

21 girtiyên Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê 13 name ji Şaxa ÎHD’ê ya Amedê re şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.

Girtiyan di nameyên xwe de diyar kirin ku birina wan ji bo nexweşxaneyê demeke dirêj nehatiye bersivdayîn, her wiha dermankirina wan bi awayekî kelemçekirî tê ferzkirin.

Girtiyan her wiha anî ziman ku di dema lêgerînê de bi awayekî fizîkî êrîşî girtiyan dikin û cezaya dîsîplînê li wan tên birîn.

Piştî şandina nameyan, hat ragihandin ku Şaxa ÎHD’ê ya Amedê wê ji Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê şandeyekê bişîne girtîgehê û piştî hevdîtina bi girtiyan re wê raporek were amadekirin û bi raya giştî re bê parvekirin.

Leave a Reply

Back to top button