Konseya Mafên Mirovan a NY li Sûriyê 5 milyon zarok ji mafên xwe bê par in

Konseya Mafên Mirovan a Netewyên Yekbûyî bi raporekê raghand ku li Sûriyê 5 milyon zarok ji mafên xwe bê par in.
Ji wan 2 milyon zarok ji mafê perwerdeyê û 3 milyon zarok jî rastî tundiya zayendî hatine.

Komîsyona lêkolînê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên yekbûyî raporek der barê zarokên li Sûriyê weşand.

Konseya Mafên Mirovan diyar kir ku piştî aloziya Sûriyê dest pê kiriye ji 2 milyonî zêdetir zarok ji mafê pewerdeyê bê par man e.

Her wiha di raporê de, bûyerên şîdet û tundiyê yên salên borî ku bûn sedem zarok nekaribin biçin dibistanan, hate rêzkirin.

Di nav wan de, bikaranîna zarokan wek leşker, tecawizkirina zarokên keçe û li pêş çavên zarokan înfazkirina cezayên darvekirinê.

Di raporê de hat eşkerkirin ku zarok li ser destê çeteyan dibin mexdûrên tundiya zayendî.

Li gorî daneyên NY’yê li Sûriyê 5 milyon zarok ji mafên xwe bê par in.

Komîsyona lêkolînê ya bi serkêşiya zanyarê siyasetê yê ji Brezîlyayê Paulo Sergio Pinheiro rapor hate amade kirin û bi 5 hezar kesî re hevdîtin pêk anî.

Leave a Reply

Back to top button